‘Şoreşa ‘Jin Jiyan, Azadî’ destpêka derbeya li dijî îslama siyasî ye’

Lêkolîner û aktivîsta femînîst a Kurd Hawjîn Beqalî, diyar kir ku serhildana jinan a li dijî hîcaba bi zorê, ne tenê berteka jinan a li dijî zextê ye, di heman demê de derbeyek li dijî îdeolojiya îslama siyasî ye.

ŞEHLA MUHAMMEDÎ

Navenda Nûçeyan – Bi boneya sêyemîn salvegera şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ me bi lêkolînera civakî û aktivîsta femînîst a Kurd Hawjîn Beqalî re ji bo nirxandina li Îran û Rojhilatê Kurdistanê geşedanên civakî yên der barê jinan de hevdîtin kir û bersiva pirsên me da. Di vê hevdîtinê de ceribandinên serhildanê yên herêmê, neteweyî, destkeftî û li gel zoriyên ku rast tên, di bihêzkirina têkoşîna gelên hatin tepisandin û dengê jinan de, rola perwerde û projeya Akademiya Jîna hatin nîqaşkirin.

*Hûn serhildana şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ çawa dixwînin û dinirxînin? Li gorî çi, destkeftiyên vê serhildanê çêbûn û kîjan astengî û kêmasiyan pêşketina wê asteng kir?

Ji bo fêmkirina tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ divê em vegerin koka avabûna Komara Îslamê ya Îranê. Ev rejîm ji destpêkê ve, li ser siyaseta dûrxistina komên civakê yên cuda hat avakirin. Ev dûrxistin bi taybetî jin û gelên hatin tepisandin kir hedef û domiya. Ji rojên destpêkê ve hiqûqa malbatê hat sînordarkirin, hîcaba bi zorê hate ferzkirin. Di heman demê de li Kurdistanê zextên leşkeran, mînak 24 rojên şer li Sine, piştre li Xuzistan, Belûcistan û herêmên din dest pê kir.  

Ev siyaseta dûrxistinê bi jinan û gelên hatin tepisandin bi sînor nebû, hêzên çep û hinek aliyên siyasî jî rûbirû man. Lê belê ev kom, di rewşa qebûlkirina mekanîzmayên rejîmê de careke din dikarin ‘ji hundir’ ve werin dîtin. Ji bo jin û gelên hatin tepisandin, îhtîmalek wisa nebû, dûrxistina wan bi kok û çêker bû. 

Bi Jîna re cihê jinên Kurd ê civakî, dilsozî û piştevaniya sembolîk di nava komên 45 salên dawî de hatin dûrxistin hat dîtin. Tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ van koman di kêliyeke dîrokî de dikaribû bîne ba hev û çarenûsek nû ya hevper ava kir. Lê belê ev piştevanî mayînde û sazîbûyî nebû. Sedemên vê yên bingehîn, şikestina van koman ji aliyê siyasî û aborî ve bû. Kesên ku hatin tepisandin, Kurd, Belûc, Ereb bûn, ji aliyê rejîmê ve biçûk dihatin dîtin û jinên li Îranê, herî zêde rastî xizanî û xwegihandina derfetên sînordar tên.

Yek ji destkeftiyên girîng ên tevgerê, têkoşîna li dijî hîcaba bi zorê ye. Hîcab sembola otorîteya îslama siyasî ye û li ser bedena jinan amûra komtrolê ye. Serhildana jinan a li dijî wê, jixwe li dijî dilê îdeolojiya îslama siyasî têkoşîn e û îlana dawiya hakimyeta wê ya sembolîk bû. Heta çalakiyên wek şewitandina hîcabê, her çendî radîkal be jî li cîhanê deng vedan û girîngiya vê protestoyê derxistin pêş. 

Tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tu deman gav şûnde neavêt û her dem ber bi pêşve çû. Niha piştî serhildanê sê salan, pêkan e ku weke destkeftiyek herî girîng a dîrokî û civakî ya jin û gelên hatine tepisandin binirxînin.Destkeftiyek ku divê bê parastin û bihêzkirin e.

*Dema ceribandina li Kurdistanê û têkoşîna jinan a li dijî DAIŞ’ê were berçavgirtin, serhildana şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ îlana şerê li dijî îslama siyasî û faşîzmê ye ku bedena jinan kontrol dike. Lê belê îro li herêmê, hem îslama siyasî ya Şîa, hem jî di aliyê versiyonên Sunî yên radîkal de hêzê qezenc dike. Di van şertan de serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ wê çawa riya xwe bibîne û ji bo gihîştina hedefên xwe pêwistî bi kîjan stratejî û perspektîfan heye?

Li bajarên cuda yên Îranê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi hezaran mirov daketin qadan. Wergerandina wê ya bi Farisî ‘Zan, Zendegî, Azadî’ wateyek nû da qezenckirin û veguherî gotinek bi hêz. Vê rewşê, tevgerê di her aliyê xwecihî de, ji nû ve pênase dike lê belê di bingehê de xwedî heman wateyê ye.

Qesta min a ji gotina ‘Destpêka dawiya îslama siyasî’, guherîna di asta gotinê de bû. Ji sedsala 20’an ve heta niha, gotina îslama siyasî, teşe da hişmendiya me ya kolektîf, heta têgihîştina me ya dîn û îman jinûve pênase kir. Niha jî demek ku bibe destpêka dawiya vê ferasetê çêbû. Ev pêvajoyeke dirêj e û herî dawî jî wê di siyasetê de jî şênber bibe.

Komên cîhadîst hê dikarin bibin xwedî hêz. Lê belê ev divê li gorî guherînan bigunce, berovajî wê dê hêdî hêdî ji holê rabin.

*Tevgerên gel ên xwedî berxwedanê, dikarin li dijî komên cîhadîst û îslam siyasî bibin asteng û parçekirina wan sînordar bikin. Mînaka vê jinên Efgan in, ew tenê bi destekdayîna jinên Îranê re bi sînordar neman, bi xwe jî di şertên gelek zor de bi cesaret têdikoşin. Pirs ev e; van tevgerên gel, li herêmê dê çarenûsek çawa bijîn û di nava şertên zor de bandor û pêşxistina xwe dê çawa bidomînin?

Çarenûsa tevgerên gel, bi mîsogerî pêşbînîkirin zor e. Geşedanên siyasî li herêmê, zêde ne. Lê belê rola gel û girîngiya vê tevegerê nayê înkarkirin.

Piraniya kesên ku beşdarî van tevgeran bûne hemwelatiyên ji rêzê ne, ne aktivîstên profesyonel û siyasetmedar in. Tevî vê jî tam jî ev mirov ji bo avakirina tevgerê mezintir dikarin zemînek çêbikin. Mînak ji ber hîcabê êrîşa li dijî jinan, ji bo berteka komî û avabûna tevgerek dikare bibe çirûskek.

Pirsgirêkên rojane yên wek qutbûna avê, bê karî, şekil didin berxwedan û berteka mirovan û hêdî hêdî daxwazên aktivîstên civakî tevgerek mayînde ava dikin. Mînaka vê di 2017’an de cotkaran ji ber krîza avê, li mizkeftê pişta xwe dan qibleyê berê xwe dan gel bû. Hêsan bû lê belê tevgerek sembolîk bû, pirsgirêkên rojane bi rejîm û îdeolojiya hakim ve girê dan.

Di heman demê de cesareta jinên Efgan li dijî Talîbanê, mînaka ku rê li ber guherînên kûr ên di pêşerojê de veke û her dem pêş ve biçe ye. Dema Talîban ket Kabulê, gelek kesan xwe spartin malên xwe lê belê jin daketin qadan û ev çalakî tu caran nayê jibîrkirin.       

*Li herêmên weke Kurdistan û Belûcistanê tevger ava bûn, piştre hatin ragihandin lê hewl dan wan tune bikin. Gelo ger destpêkirina serhildanê li Kurdistanê û destkedayîna ji Belûcistanê were dîqetkirin, wê ev rê çawa bidome û hemû kes beşdar bibin?

Tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ceribandinek yekaheng nebû, li gorî vegotin, nirxandin, cihê civakî, zayend û cihê jiyanê cuda bû. Di 2022’an de ev tevger bi awayekî hemwext li herêmên cuda pêk hat û her herêm xwedî ceribandin û destkeftiyên xwe bû. 

Kurdistan sembola gelekî ku hatiye tepisandin bû, halbûkî nûnerê pergala Tehranê bû. Li Kurdistanê, pirsgirêkên xwe li gorî rastî û pêwistiyên xwe nû dikaribûn pênase bikin, daxwazên xwe bi awayekî baldarî bi pêş bixin, xwe li ber nêzikatiyên Tahraniyan negirtin. Vê ceribandinê, têkiliya di navbera navend û Kurdistanê de bi hêz kir û dengê kesên hatine tepisandin hat bihîstin.

Bûyerên li Kurdistanê, li herêmên ku zextên zêde li dijî tevgerê hebûn jî nîşan dide ku veguheriye tevgerek bi bandor û dikare pêşengiyê ji guherînên rast re bike.

*Armanca Akademiya Jîna çi ye, bi nêzikatiyên nevend-hawirdorê re bihêzkirina perwerdeyê û kesan wê çawa bi awayê cûda û nûbûn were pêşxistin?

Fikra avakirina Akademiya Jîna, bi salan e di rojevê de ye, armanca wê ya bingehîn, pêşxistina têkoşînê ya li dijî kedxwariyê û zêdekirina zanîna li dijî kevneşopiyên bi kok e. Zanîn ji bo jin û gelên hatine tepisandin, bi qasî jiyanê girîng in. Akademî hewl dide sînorê zanînê berfireh bike, kêmasiyan bibîne û ji nûve pênase bike.

Çawa ku komkirina sermayeyê bi bê mulkkirinê bi pêş dikeve, kombûna agahiyan jî gelek caran di bêmulkkirina yên din derbas dibe. Akademiya Jîna, dixwaze mulkiyeta agahî û xwegihandinê bide xwediyên wan, bihîstina dengê komên hatine tepesandin, qeyd bike û belav bike. 

Hedefek din a akademiyê, avakirina fêrbûna beşdariyan e ango xwendekar, fêrbûnê weke pêvajoyek kolektîf fêm bikin û femînîst û agahiyên li dijî kedxwariyê teşwîq bikin ku herdemî û aktîf be. Bi vî awayî akademî ji bo perwerde û bihêzkirinê qadeke cuda û nûbûn e.